Mîtînga “Banga Demokrasiyê” a HDP’ê

Mîtînga “Banga Demokrasiyê” ku HDP’ê organîze kiribû, îro li Agirî bi beşdariya hezaran kesî hat lidarxistin.
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan û Hevserokê KCD Ozturk di mitîngê de axivîn û gotin:
Bi pelçiqandina zarokên kurd di bin panzêran de pirsgirêk çareser nabe. Pêwistiya Tirkiyê bi aştî , azadî û demokrasiyê heye.

Mîtînga “Banga Demokrasiyê” ya ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve li Agiriyê hat organîzekirin bi beşdariya bi hezaran kesî dest pê kir.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk-KCD’ê Berdan Ozturk di dest pêka Mîtîngê de axivî û balkişand ser sîstema li Tirkiyê ku çawa li ser xerabiyê hatiye avakirin..

Ozturk got:

“Ermenî, Suryanî û netewên din ên li ser vê axê jiyan dikirin hatin kuştin. Tenê wan nikaribû kurdan biqedînin. Wan çiqas êrişî me kirin jî, em sax man. Dema ku asê dimînin tim ji me re dibêjin ‘bira’, lê dema ku hewcedariya wan bi me namîne vê biratiyê ji bîra dikin. Îro yên ku xirabiyê dikin Erdogan û Bahçelî ne.

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk bibîrxist ku Rêber Abdullah Ocalan her tim banga çareseriya pirsgirêka Kurd demokrasiyê ji bo rojhilata navîn kiriye û wiha domand:

Kurd jiyanake bi rûmet û azad dixwazin, heta ku aştiyek bi rûmet neyê vî welatî, bila kes qala azadiyê neke.

Pervîn Bûldan: Pêwîstiya Tirkiyê bi aştî û demokrasiyê heye

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk ya Gelan-HDP’ê Pervîn Bûldan jî di Mîtîngê de axivî û ev tişt anîn ziman:

“Yên ku naxwazin hêvî û cesareta ku HDP’ê afirandiye bibînin, yên hewl didin pêşiyê bigire, divê werin li van meydanan binêrin û biryara xwe bidin. HDP wê bi gelê xwe re berxwedan û têkoşîna xwe mezin bike û bidomîne.”

Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan di dawiya axavtina xwe de balkişan ser danezana ku partiya wan eşekere kiriye û got:

“Me deklerasyonek, helwestek weşand û bersivek baş girt. Ji gelek derdoran daxuyanî hatin ku ev belge nexşerêya Tirkiyê ye, pêşî li hemû qeyran û kaosên li Tirkiyê digre. Werin em bi hev re, mil bidin milê hev û li ber xwe bidin. Hewcedariya Tirkiyê bi demokrasî, aştî û azadiyê heye. Deriyê me ji her kesî re vekirî ye.

Piştî axaftinan, Mîtîng bi stranan bi dawî bû.

Back to top button