Şerda Mazlûm: Hêzên serdest hewl didin bi rêbazên cuda qirkirina Kurda bibin serî

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm li ser tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocaran û êrişên piralî yên li ser Kurdistanê nirxandin kir…Şerda Mazlûm got, li dijî plana tunekirinê ya dewleta Tirk û hêzên navneteweyî, divê li her qadê têkoşîn bê bilindkirin û bersivên xurt bên dayîn.

Ji fermandarên Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şerda Mazlûm Gabar derbarê êrişên qirkirinê yê li dijî gelê Kurd ji ANF’ê re axivî.

Şerda Mazlûm diyar kir hêzên serdest polîtîkayên xwe yên li dijî Kurdan neguherîne û da zanîn berevajî hewl didin qirkirina Kurdan bi rê û rêbazên cuda bibin serî û wiha got,

“Girankirina tecrîda li ser Rêber Apo, li bakur operasyonên bênavber ên li dijî gerîla, êrişên dagirkeriyê yên li ser başûrê Kurdistanê ku çekên kîmyewî jî lê têne bikaranîn, komkujiya li Şengalê, êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê nîşan didin ku di qirkirina Kurdan de israr dikin.”

Şerda Mazlûm: Li dijî plana tunekirinê bersiveke pêngavî wê gelek diyarker be

Şerda Mazlûm da zanîn li her derê Kurdên xwedî îrade û azad dibin hedefa hêzên faşîst û diyar kir bi taybetî li Rojava û Şengalê, li ser mirovên ku di çarçoveya paradîgmaya neteweya demokratîk de li ser xeta Rêber Apo li ber xwe didin tê ferzkirin ku dest ji xeta Rêbertî û jiyana azad berdin.

Şerda Mazlûm balkişande li ser polîtîkayên dewleta Tirk yên li dijî gelê Kurd û wiha dewam kir;

“Hikumeta heyî ya li Tirkiyê hikumeteke şer e, rêveberiyeke şerê taybet e. Endamên NATO’yê li ser bingeha lihevkirinekê hewl didin polîtîkayên tasfiyekirina Tevgera Azadiyê bixin meriyetê. Êrişên li ser Tevgera Azadiyê hem îdeolojîk in hem jî leşkerî ne. Bi tunekirina nirxên têkoşînê û Rêbertî re dixwazin Tevgera Azadiyê tune bikin. Ev planeke gelekî metirsîdar e.”

Fermandar Şerda Mazlûm destnîşan kir ku li dijî vê konsepta tunekirinê dayina bersiveke pêngavî wê gelekî diyarker be û got,

“Di serî de li qada îdeolojîk, li ser asta siyasî, leşkerî û civakî divê em hîn bi xurtî pêvajoyeke encamgir û pêngavî dewam bikin. Divê ji pratîk û tecrûbeyên Rêbertî encam bêne derxistin. Ji bo me wezîfeyeke jiyanî ye ku li her qadê têkoşîna xwe bilind bikin.”

Back to top button