Cemal Şêx Baqî: Dewleta Tirk ji ber aloziyên navxweyî li ber têkçûnê ye

Ev demeke dîsa dewleta Tirk gefên êrişên nû li bakur û rojhilatê Sûriyê dixwe.
Sekreterê giştî yê Partiya Demokratîk a Kurd a Sûriyê Cemal Şêx Baqî di derbarê gefên dewleta Tirk ên li ser herêmê de axivî û got,
Dewleta Tirk ber aloziyên xwe yên hundurîn têk diçe lewra jî gefên êrîşan li herêmê di xwe.
Şêx Baqî da zanîn ENKS’ê jî piştgiriya pilanên dewleta Tirk yên dagirkirina herêmê dike.

Ev çend rojin dewleta tirk a dagirker asta êrîş û gefên xwe li ser Bakûr û Rojhilatê Sûriyê tûj û bilind kirî ye.

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê Cemal Şêx Baqî di derbarê vê mijarê de ji Televîzyona me re axivî.

Cemal Şêx Baqî di destpêka axavtina xwe de diyar kir ku Dewleta Tirk a dagirker bi gelek pirsgirêkên navxweyî re rû bi rû ye û êdî ber bi têkçûnê ve di çe ji ber vê jî îro gefan li herêmê di xwe.

ENKS’ê piştgiriya êrişên dewleta Tirk a dagirker li herêmê dike

Cemal Şêx Baqî bal kişand ser hevkariya ENKS’ê bi dewleta Tirk û wiha got:

ENKS’ê ne tenê piştgiriya êrîşên dewleta tirk li ser herêmê dike.

ENKS’ê pilanên dewleta tirk yên ji bo tunekirina gelên herêmê pêk tîne.

Di vê her kes li hemberî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker xwedî helwest be

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdên Sûriyê Cemal Şêx Baqî di dawiya axavtinên xwe bang li hemû partiyên siyasî kir ku helwesta xwe li himberî êrîş û gefên dewleta tirk zelal bike.

Back to top button