Hêzên Asayîşê li Dêrazorê 22 endamên şaneyên DAIŞ’ê girtin

Ji ber teqîn û sûiqestkirina karmendên saziyên sivîl û leşkerî, Hêzên Asayîşê operasyoneke ewlehiyê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê li dar xist.

Îro Hêzên Asayîşê di operasyonê de 22 endamên şaneyên DAIŞ’ê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê girtin.

Têkildarî operasyonê, endamê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar El-Saib destnîşan kir ku endamên şaneyê li herêma El-Zir a rojhilatê Dêrazorê xwe di malan de vedişartibûn, û her yekî ji wan bi rengekî li dijî herêmê dixebitîn.

Beşar Saib diyar kir ku piraniya van endamên şaneyê berpirsên sûîqastkirin, bicihkirina mayînan, peydakirina pêwîstiyên lojîstîk ji endamên şaneyê re ne.

Beşar Saib diyar kir ku operasyonên wan li dijî terorê berdewam in.

Back to top button