Wezêrê karê derve yê Amerîka yê berê bi vîrûsa corona mir

Wezîrê Berê yê Karên Derve yê Amerîkayê Colin Powell di 84 saliya xwe de ji ber virusa koronayê mir.

Malbata Colin Powell li ser medya dijîtal bi daxuyaniyanek ragihand, Colin Powell di 84 saliya xwe de li Nexweşxaneya Walter Reed a bonliyoya Washingtonê ji ber virusa koronayê miriye.

Colin Powell di navbera salên 1989-1993’an de serfermandarê hêzên leşkerî yên Amerîkayê bû, di navbera salên 2001-2005’an de jî erka wezîrê karê derve kiriye.

Colin Powell di dîroka Amerîkayê de yekem kesê reşik bû ku ji bo van erkan hatibû erkdar kirin.

Back to top button