Kazimî: Berpirsê yekem ê teqîna keradeyê li derveyî Iraqê hate girtin

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand hêzên Iraqê berpirsê yekem ê teqîna navçeya Kerade ya Bexda ku di sala 2016’an de pêkanîbû, li derveyî Iraqê girtin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li ser hesabê xwe yê Twitter got;

“Piştî derbasbûna pênc salan di ser teqîna Keradeyê ku êşek mezin xist dilê Iraqiyan, hêzên qehreman ên ewlehiyê piştî lêkolînek aloz a îstixbaratî ya li derve, terorîst Xazwan El Zoba (Ebo Ubeydî Bexda) girtin.”

Serokwezîrê Iraqê derbarê welatê ku ew DAIŞ’î lê hatî girtin de zanyarî neda. Lê got, Xazwan El Zoba berpirsê yekem ê teqîna navçeya Kerade ya Bexdaye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja 3’yê Tîrmeha 2016’an ku dikir roja 28’ê meha Remezanê li navçeya Kerade ya Bexdayê wesayîtek bombebarkirî teqiya.

Piştre jî çend teqînek din rûdan. Di encama teqînan de 342 kesan jiyana xwe ji destdan û zêdetirî 200 kesan jî birîndar bûn.

Back to top button