MSD: DAXUYANIYA REJÎMA SÛRÎ YA DERBARÊ TEVGERA TIRKIYÊ DE NE CIDÎ YE

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê bêdengiya rejîma Sûriyê ya ji lêkirina dîwaran li Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirkiye ve şermezar kir û got:

“Tevî tevgerên bi xeter ên Tirkiye li ser yekîtiya dewleta Sûriyê, rejîma Sûriyê bi daxuyaniyek lewaz û ne cidî ev yek nirxand.

Gava rejîmê ji ya hevalbendên wê yên Rûs û Îranê ne dûr e ku bi rêya lihevkirinên Astanayê bi Tirkiye re dibin hevkar.”

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) der barê binpêkirinên dagirkeriya Tirkiye li Efrînê û bêdengiya rejîma Sûriyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

MSD’ê got

“Dewleta Tirk a dagirkir kiryarên xwe yên mêtînger didomîn.

Di hefteyên derbasbûyî de li gundê Cilibê dest bi rûxandina malan û kolandina xendeqan kir.

Her wiha dîwaran lê dike da ku bajarê Efrînê bi temamî ji Sûriyê qut bike.

Her kes dizane ku dîwarên ku Tirkiye lêdike, beşek ji planên guhertina demografîk e û bicihkirina endamên alîgirên Tirkiye li van herêman e.

Di heman demê de guhertina nasnameya bajar e.

Ev planên dawî ji her kesî re eşkere dibe ku armanca Tirkiye dagirkirina xaka Sûriyê ye.

Eger îro Efrînê dagir kir, dê sibe dagirkirina Idlibê bi rêya nuqteyên çavdêriyê bide rûniştandin.

Tevgerên Tirkiye, dê encamên wê li ser sûtan dewleta Sûriyê û civaka Sûriye û yekîtiya xaka wê xeter bin.

Ji ber ku planên Tirkiye li ser esasê dagirkirina Sûriyê û avakirina hêzên terorîrst e.

MSD’ê di daxuyaniya xwe de gotina Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar a

” Li gorî Peymana Mîllî ya ku Tirkiye xwe dispêre wê dibêje ku ‘Tirkiyê di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de Efrîn winda nekir û Efrîn beşek ji Tirkiyê ye.

Lê di Peymana Lozanê ya 1923’an de zilm li Tirkiyê hat kirin.” bibîrxist û diyar kir ku armanca sereke dagirkirina xaka Sûrî ye.

Tevî tevgerên Tirkiye yên bi xeter li ser yekîtiya dewleta Sûriyê, rejma Sûriyê bi daxuyaniyeke lewaz û ne cidî Tirkiye nirxand.

Lê gava ji aliyê rejîmê ve ji ya hevalbendên wê yên Rûs û Îranê ne dûr e ku bi rêya lihevkirinên Astanayê bi Tirkiye re dibin hevkar.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk ev binpêkirin şermezar kir û bang li cîhanê, hêzên niştimanî yên Sûriyê kir ku bi erka xwe ya li hember kiryarên Tirkiye yên dagirkirinê ku êdî ji her kesî re eşkere bûye, rabin.

Leave a Reply

Back to top button