Dewleta Tirk a dagirker ji bo dagirkerina herêmên nû gefan dixwe û pê re jî asta êrşên xwe zêde kirin.
Dagirkeran careke din gundewarê Til Temirê topbaran kirin.
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, şevê din gundê Dirdara yê dikeve bakurê navçeya Til Temirê bi hawn û obusan topbaran kir.
Topbarana ku di saet derora 11’an dest pê kir, heta derengiya şevê berdewam kir.
Gundên Til Temirê rojane ji aliyê dagirkeran ve tên armanckirin û dema dawî, êrîşên li ser van gundan zêde bûne.