Efrîn û kirinên çeteyan ên bêdawî.. Revandina sivîlan, tevî sûcên din, dema dawî ji aliyê çeteyan ve bûye karekî rojane. Herî dawî 2 jin ji navçeya Mabata ya Efrînê hatin revandin.
Ajansa nûçeyan a Hawarê ragihand “MÎT’a Tirk beriya du rojan êrişî gundê Berêmca yê navçeya Mabatayê kir.”
Di vê êrîşê de û li gorî ku hat ragihandin “MÎT’ê ji gund, 2 jinên bi navê Mizgîn ya 28 salî û Sûzan ya 33 salî revandin û birin cihekî nediyar.”
Berî du rojan jineke ducanî bi êşkenveya çeteyan hat kuştin û hevjînê wê jî hat revandin..
Tenê di nava hefteyekê de, 3 jê jin, 22 kes ji Efrînê hatine revandin.