Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê sefîrên 10 welatan vexwend wezaretê

Bi boneya salvegera 4. a girtina Karsaz Osman Kavala doh, sefîrên 10 welatên li Tirkiyê daxuyaniyek weşadin û daxwaza serbest berdanê kirin.
Li dijî vê yekê, Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê, sefîrên Amerîka, Almanya û Fransa jî di nav de sefîrên 10 welatên vexwend wezaretê.

Sefîrên Amerîka, Almanya, Danîmarka, Fînlandiya, Fransa, Hollanda, Swêd, Kanada, Norveç û Yenî Zelandayê, duh ji ber 4’emîn salvegera girtina Karsaz Osman Kavala daxuyaniyekê dabûn û bang li Tirkiyeyê kiribûn ku demildest Kavala berde.

Wezareta Karên Derve ku bertek nîşanî vê banga sefîran dabû her deh sefîran vexwend wezaretê.

Karsaz Kavala, 18’ê Cotmeha 2017’an bi hinceta bûyerên Geziyê hate binçavkirin.

Piştre jî di 1’ê Mijdara 2017’an de hate girtin.

Ev 4 salin, tevî hemû biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa ya serbestberdanê jî Kavala di girtîgehê de ye.

Back to top button