Hêzên Îsraîlê di şeva Mewluda Qendîlî de êrişî Filistiniyan kir, 49 kes birîndar bûn

Li Qudisê careke din alozî derket.
Hêzên Îsraîlî êrişî kesên li ber dergehê Şamê yê bajarê kevin yê Qudisê ku Mewluda Qenedîlî pîroz dikirin, kir.
Di encamê de, 49 kes birîndar bûn.

Li ber dergehê Şamê yê bajarê Kevin ê Qudisê, komeke ciwan bi boneya salvegera dayîkbûna Hz. Mihemed (as) pîroz bikin kom bûn.

Hêzên Îsraîlê jî bê ku hincetekê nîşan bidin êrişî ciwanan kirin.

Di êrişa ku bi gaza rondikrêj û bombeyên deng hate kirin de alozî derket.

Di encamê de 49 kes birîndar bûne.

Ji birîndaran 2 kesên ku rewşa xwe giran bûn ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Her wiha artêşa Îsraîlê, 4 Filistînî jî binçav kirin.

Back to top button