Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer eşkere kir dewleta Tirk ji bêdengiya civaka navneteweyî hêzê digire, lewma gefa êrişên nû dixwe. Hesen Koçer got: ”Her êrişeke nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî wê aloziya Sûriyê kûrtir bike.”
Ev çend roj in, Tirkiyeya dagirker bi gefên nû, çavê xwe berdaye herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dixwaze bi hin idîayan, wan jî dagir bike..
11’ê Cotmehê Erdogan careke din gefa êrişê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî xwar.
Li dijî van gefan cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer ji ajansa Hawarê re axivî û anî ziman ”Rewşên aborî, komên çete û mijara Idlibê barekî giran li ser Tirkiyê çêkirine, lewma gefan dixwe'”.
Hesen Koçer eşkere kir dewleta Tirk hêzê ji bêdengiya civaka navneteweyî digire û piştrast kir ”Her êrişeke nû li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî wê aloziya Sûriyê kûrtir bike.”
Li ser tewan û idiayên Erdogan ên dibêje Kurd teror in Hesen Koçer got ”Kesên van tewanan dikin ew bi xwe teror in û piştevanên terorê ne”.
Hesen Koçer: Êriş wê rastî berxwedan û têkoîşa gel were
Hesen Koçer dawiyê balkişand ser berxwedana gel ya li dijî êrişan û piştrastkir her êrişeke li ser herêmê wê rastî berxwedan û têkoîşa gel were.