Çapemeniya Yûnan: Ji bo cezarkirina Tirkiyê gavên pêşî hatin avêtin

Yekîtiya Ewrûpa ji bo cezakirina Tikriyê gavên pêşî avêtin.
Ev îdîa ji aliyê rojnameya Yûnan Kathimerini ve hate kirin.
Rojname van îdîaîyên xwe dispêre berpirsê pêwendiyên derve ê Yekîtikya Ewrûpayê Josep Borrell.

Nûnerê Bilind ê Ewlekarî û Pêwendiyên Derve ê Yekîtiya Ewrûpayê Josep Borrell li Luksemburgê beşdarî civîna wezîrên karê derve ên yekîtiyê.

Piştî civînê Borrell têkildarî mijara cezakirina Tirkiyê ev nirxandin kir:

Ji bo gavên pêşî werin avêtin, me ji Servîsa Çalakiyên Derve a Yekîtiya Ewrûpayê daxwaz kir ku belgeya nêrînên xwe amade bike.

Rojnameya Yûnan Kathimerini jî li ser zimanê Borrell ev agahî parve kirin.

Êrişên Tirkiyê li dijî keştiyên Ewrûpayê nayên qebûlkirin. Li dijî vê tevgerê weke gava pêşî servîsa çalakiyên derve a yekîtiyê hate erkdarkirin.

Tevî hişyariyên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî jî dewleta Tirk tevgera xwe a dij qanûnî li Derya Spî dewam dike..

Herî dawî alîkarê Erdogan Fuat Oktay bi van gotinan gef li welatên Ewrûpayê xwaribû:

Her welatên ku rêya xwe şaş bike, wê Tikriyê bersiv pêwîst bide wan.

Back to top button