ÇALAKIYA GUVEN DI ROJA 171’AN DE YE

Berxwedan û têkoşîna Leyal Guven bi îrade û îsrarek xort ev 171 rojin didome, li aliyekî din çalakiya girtiyan li girtîgehan û derveyî girtîgehan bi heman îsrarê didome.
Dayîkên girtiyan hestên xwe parve dikin û dibêjin: Xewa birîndara tê, lê xewa birçiyan nayê.
Li aliyekî din zextên li ser girtîgehan pir zêde bûye û bi taybeta Girtîgeha Sîlîvrî ya ku 200 çalager tê de ne.

Çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an dest pê kir û îro ev çalakî di roja 171’emîn de didome.

Ev berxewdana Leyla Guven li hemû girtîgehên dewleta tirk a dagiker belav bû.

Çalakiya girtiyên li girtîgehên Tirkiyê ku koma ewil ji 16’ê kanûna 2018’an ve dabû destpêkirin 133 roj in dewam dike.

Ji 1’ê Adarê ve bi hezaran girtî li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kirin.

Ev çalakî di roja 57’emîn de ye.

Çalakiya Parlementerên HDP’ê Dersîm Dag, Tayip Temel û Murat Sarisaç jî bi îsrarek mezin li dar e.

ZEXTÊN LI GIRTÎGEHA SÎLÎVRIYÊ ZÊDE DIBIN

Zextên li ser girtiyên ku ji 1’ê Adarê û vir ketine greva birçîbûnê jî zêde dibin.

Yek ji girtîgehên ku êşkence û zext lê giran dibe Girtîgeha Sîlîv rî ya Hejmara 5’an a nêzî 200 girtiyên ji doza PKK’yî ku li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de, ye.

Girtiyan anî ziman ku vereşana bi xwîn windakirina hafizê û bêtevgerbûn bi girtiyan re pir derketiye pêş,

Li girtîgehan Tv, radyo, rojnameyên rojane û kovan nayê dayîn.

ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ YA MALBATÊN GIRTIYAN LI STENBOLÊ DIDOME

Malbatên zarokên wan li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di greva birçîbûnê dene duh bi şev li Qada Esenyûrt a Stenbolê kom bûn dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Polîsên malbatên çalakiya rûniştinê pêk anîn kirin çemberê û ji wan xwestin ku dawî li çalakiya xwe bînin lê malbatan çalakiya xwe domandin.

DAYÎKÊN GIRTIYAN: XEWA BIRÎNDARA TÊ LÊ XEWA BIRÇIYAN NAYÊ

Li aliyekî din hêrsa xizmên girtiyan her roj zêde dibe.

Zekiye Atalay ku kurê wê Aydin Atalay 58 roj in di greva birçîbûnê de ye hestên xwe parve kir û got:

Xewa birîndara tê, lê xewa birçiyan nayê.

Bila kes nemire. Bila daxwaza wan bê qebûlkirin.

Dayik Zekiye Atalay li ser rewşa kûrê xwe wiha dibêje:

Tansiyona kurê min zêde dibe, ew pir zihîf bûye.

Leave a Reply

Back to top button