Hilbijartina giştî ya Libnanê 27’ê Adara 2022’an wê pêk bê

Li Libnan a di nava krîza siyasî û aborî de ye, hewildanên çareseriyê dewam dike.
Her çiqasî hikumeta nû hate ragihandin jî lê hîna li welat aramî pêk nehatiye.
Meclisa Libnanê ragihand ku 27’ê Adara 2022’an wê li welat hilbijartina giştî pêk were.

Li gorî nûçeya di çapemeniya Libnanê de, roja hilbijartinên parlamentê yên tê plankirin sala bê li welêt bên kirin hat eşkerekirin.

Ev biryar di rûniştina asayî ya Parlamentê de hat nîqaşkirin.

Di encama danûstandinan de bi piraniya dengan, biryar hate girtin ku hilbijartina giştî ya li welat 27’ê Adara 2022’an pêk were.

Hilbijartinên giştî yên dawîn li Libnanê di Gulana 2018’an de pêk hatin.

Di şert û mercên asayî de, dihat payîn ku hilbijartina bê Gulana 2022’an pêk were.

Lê tê gotin ji ber meha Remezanê, dîroka hilbijartinan 2 meh pêşde hatine anîn.

Back to top button