Sînan Çîftyûrek: Êrişeke nû li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyê wê rê li ber aloziyên mezin veke

Piştî gefên Dewleta Tirk yên êrişeke dagirkeriyê a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê partî û sîyasetmedarên Kurd li ber vê yekê radibin û helwesta xwe nîşan didin.
Têkildarî mijarê Serokê Partîya Komûnîst a Kurdsitanê Sînan Çîftyûrek got: ”Hewldana êrişê ya Tirkiyê wê hem li Sûriyê hem jî li Kurdistan û Tirkiyê rê li ber aloziyên mezin veke.”

Ev demeke Dewleta Tirk a dagirker dîsa gefên êrişê li dijî heremên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê dixwe.

Ev gef, ji alîyê gelek partîyên sîyasî û sîyasetmedaran ve rastî nerazîbûnan tê.

Têkildarî mijarê Serokê Partîya Komûnîst a Kurdsitanê Sînan Çîftyûrek polîtîkayên şer yên Dewleta Tirk a li dijî Kurdan nirxand.

Sînan Çîftyûrek dîyar kir ku Dewleta Tirk di têkilîyên xwe yên bi Rusya û Emerîkayê re tengav bû ye û got:

”Ji bo ku ji vê tengavîyê derkeve û di serîde ji qeyrana aborî ya hundurîn veşêre, berê xwe dide şer û dibêje ”binêrin ka em çawa şerê terorê dikin.

Ji bo vê yekê jî bi lez û bez çû li derîyê Emerîka û Rusya yê xist. Lê di her dû alîyan de jî encamên ku dixwest bi dest nexist û dest vala vegerîya.”

Çîftyûrek da zanîn ku biryara Joe Biden ya derbarê dirêjkirina dema ”Rewşa Lezgîn”, Erdogan aciz kir û wiha got:

”Biden bi vê biryara xwe re got ku ”Hûn nikarin êrişî Rojava ya xweser ya ku ez piştevanîya wê dikim bikin. Ya ku herî zêde Erdogan aciz kir jî ev ev biryara Biden bû.”

Sînan Çîftyurek: Di serî de Rojava divê Tirkiye destê aştiyê dirî Kurdan bike

Çîftyûrek anî ziman ku li alîyê din şerê bi Kurdan re Tirkîyê biçûk dike û got:

”Hewildanên şer yên Tirkîyê hem ji bo Sûrîyê, hem jî ji bo Başûrê Kurdistanê rê li ber çiraveki şerê navxweyî vedike.

Operasyonên ku li Başûrê Kurdistanê pêkanîn jî bê encam man.

Erdogan difikire ku dê çawa parçeyên Kurdisanê ji hev cuda bike. Lê ev operasyon ne çareserîne, bîrên kor in.”

Sînan Çîftyurek di dawiyê de got, “divê Tirkiye di serî de Rojava destê aştiyê dirêjî kurdên li hemû parçeyan bike.”

Back to top button