PJAK: Gerîllayên me Şahîn Bokan û Aryo Sine şehîd nebûne

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê eşkere kir ku gerîllayên wan ên bi navê Şahîn Bokan û Aryo Sine ku beriya 2 mehan ketibûn kemîna hêzên Îranê şehîd nebûne.
PJAK’ê ragihand ku gerîlla Şahîn gihiştiye yekîneyên xwe û Aryo Sine jî birîndar ketiye destê hêzên Îranê.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê beriya niha bi daxuyaniyekê ragihandibû ku 4’ê Tebaxê gerîllayên wan Muhsîn Qaderî binasnav Şahîn Bukan û Îdrîs Feqîhî binasnav Aryo Sine di kemîne hêzên Îranê de şehîd bûne.

PJAK’ê îro bi daxuyaniyeke nû agahiyên nû têkildarî bûyerê bi raya giştî re parve kir:

Ji bo zelalkirina bûyerê ev demeke lîkolînê me hebûn.

Di encamê de piştî kemîna ku ji aliyê hêzên dagirker ên Sipahê Pasdaran li herêma Bukanê, ji ber şert û mercên dijwar ên ewlekariyê, derfet peyda nebûn ku xwe bigihînin tîma hevalên me yên li herêmê.

Piştî ku heval Şahîn bi silametî xwe gihande hêzên me yên gerîla, derket holê heval Aryo bi giranî birîndar bûye û ketiye destê hêzên rejîma Îranê.

Gerîlla Aryo niha li navendeke lêpirsînê de tê ragirtin. Ji ber wê yekê em rejîma Îranê di ber parastina tendirustiya fîzîkî ya hevalê xwe berpirsiyar dibînin.

PJAK’ê ji ber bûyerê bi derengî zelal kirin, di serî de malbatên herdû gerîllayan, lêborîn ji gelê Kurd xwest û daxuyaniya xwe wiha bidawî kir:

Lêkolînên me têkildarî bûyera li Bukanê wê bidomin. Ger pêwîst bike wê encamên lêkolînê bi raya giştî re werin parvekirin.

Back to top button