Kêmbûna avê pirsgirêkên kehrebe û ava vexwarinê zêde kirin

Dewleta Tirk a dagirker zêdeyî 10 meh in ava Feratê qut kiriye.
Kêmbûna rêjeya ava çem, bûye sedema kêmbûna ava vexwarin û kehrebeyê jî..

Li herêma Dêra Zorê gelek stasyonên av û kehrebeyê hene.
Niha hewl didin rewşê baş bikin.
Lê belê ev yek demkiye û dibe ku di demên bê de ev stasyon yekcar ji xizmetê derkevin.

Bêtirî 10 meh in, dewleta Tirk a dagirker ava çemê Feratê qut kiriye.

Ev yek, bûye sedema nepeydabûna ava vexwarinê û kêmbûna kehrebeyê..

Li rojhilat û rojavayê Dêra Zorê 7 navendên avê hene.

Girêdayî van navendan li gund û bajarokan 56 stasyonên avê hene.

Ji ber kêmbûna rêjeya Feratê, piraniya stasyonên parzûnkirina avê ji xizmetê derketine.

Di vê derbarê de, rêveberê saziya avê ya Dêra Zorê, Îbrahîm El-Şêhême, got:

“Bi alîkariya Komîteya Xizmetguzariyê ya Meclisa Dêra Zorê, me rêgeha ava Feratê ya mayî guhart, da ku nêzî torbînên pompekirinê bibe.

Lê ev çareserî demkî ye û dibe ku av bi temamî bimiçiqe.”

Li gelek gund û bajarokên Dêra Zorê av bi temamî qut bûbû.

Îbrahîm El-Şêhême anî zimên ku wan ji bo çarserkirina vê pirsgirêkê, stasyonên parzûnkirina avê vekirine, wekî:

Stasyona Hermûşiye Kesra Hewayic Ziyab û Dêrwa

Li ser çemê Feratê 3 bendav hene.

Lê belê ji ber kêmbûna rêjeya ava her 3 bendavan; gelek stasyonê kehrebeyê nema xebitîn.

Komîteya Enerijiyê ya Dêra Zorê jî ji ber vê yekê sîstema kêmkirina saetên kehrebeyê da meşandin.

Rêveberê Komîteya Enerijiyê ya Dêra Zorê, Fadil Ehmed Salih, got ew bi şev û roj ji bo başkirina rewşa kehrebeyê kar dikin û got:

“Rewşa kehrebeyê nebaş e, ji ber nebaşbûna kalîteya hin toran, her wiha ji ber ku torên kehrebeyê rastî diziyê tên.”

Fadil Ehemd Salih diyar kir ku wan ji bo çaksazkirina birc û rûdana rewşên awarte, tîmên sererastkirinê erkdar kirine.

Li Dêra Zorê gelek stasyonên kehrebeyê hene.

Niha rewşa kehrebeyê hema hema baş dibe.

Lê heke dewleta Tirk a dagirker qutkirina ava Feratê bidomîne, dibe ku rewş kambax bibe.

Back to top button