FERHAN ÎSA: ARMANCA TIRKIYÊ BERFEREHKIRINA DAGIRKERIYÊ YE

Serokê Buroya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ferhan Îsa derbarê polîtîkayên dewleta Tirk de axivî. Ferhan Îsa destnîşan kir armanca dewleta Tirk ew e ku çavbirçîbûna xwe li herêmê berfireh bike û herêmên din ji dewletên cîran, dagir bike.

Ferhan Îsa bi bîr xist ku dewleta Tirk berpirsê hemû kuştin û diziya li Efrîn, Idlib û herêmên din ên Sûriyê ye.

Îsa destnîşan kir ku dewleta Tirk piştî Lîwa Iskenderûn ji xaka Sûriyê qut kir, niha jî Efrîna dagirkerî ji xaka Sûriyê qut dike da ku rêzeçalakiyên xwe ji kuştin, dizî û revandina şêniyên Efrînê dewam bike.

Îsa bêdengiya navdewletî derbarê kiryarên dewleta Tirk ên parçekirina Sûriyê de şermezar kir û ev tişt anî ziman:

Tirkiye li gorî Peymana Skeys-Picot ku xaka Sûriyê parçe kir, tev digere û civaka navdewletî jî bê deng e.

Serokê Buroya Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sivîl a Reqayê Ferhan Îsa dawiyê tekez kir ku pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî tu carî parçekirinê qebûl nakin û wê li dijî hemû hewldanên dagirkeriyê bisekinin.

Leave a Reply

Back to top button