Rûsya deverên DAIŞ’ê li çolistana Sûriyê bombebaran kirin

Şer û aloziya li herêmên di bin kontrola hêzên rêjimê û dagirkeriya dewleta Tirk de ne zêde dibe.
Li Idlibê balafirên şer ên Rusyayê deverên çeteyên dewleta Tirk bombebaran kir.

Her wiha balafirên Rûs li çolistana Sûriyê jî deverên çeteyên DIAŞ’ê bombebarankirin.
Li derdora Idlib û Helebê di encama êrişên hêzên hikûmeta Şamê de çeteyek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Şer û aloziya li Sûriyê bi taybetî li herêmên di bin kontrola rêjimê û çeteyên dewleta Tirk de dewam dike.

Balafirên şer ên Rûsya vê sibê cih û deverên DAIŞ’ê li çiyayê Beşerî û derdorê herêma Resafê ya li çolistana Reqayê bi dijwarî bombebaran kirin.

Der barê encamên êrişan de agahî nehatin bidest xistin.

Di encama êrişên hêzên hikûmete de li Idlib û Helebê çeteyek hat kuştin û 4 jî birîndar bû

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand, balafirên şer ên Rusyayê 3 caran derdora nuqteyeke leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker li çiyayê Zawiye yê başûrê Idlibê bombebaran kirin.

Li aliyekî din hêzên hikumeta Şamê deverên li Serce û Qaqafîn ên Idlibê, Kefer Tial ê Helebê topbaran kirin.

Di encamê de li Qaqafînê çeteyek hat kuştin û 4 din jî birîndar bûn.

Hêzên hikumeta Şamê û rûspî xebatên çareseriyê didomînin

Çavdêriyê ragihand ku hêzên hikumeta Şamê û rûspiyên herêma Derayê xebatên “Çareserkirina rewşê” û lihevanînê didomînin.

Çekdarên xwecihî, kesên sivîl ku divê erka leşkeriyê bikin rewşa xwe çareser kirin.

Hate gotin ku di heman demê de hêzên hikumeta Şamê lêgerîn li hinek malan pêk anî.

Hate diyarkirin hêzên hikumeta Şamê bajarokê Nahta yê rojhilatê Derayê dorpêç kir.

Gelek wesayîtên leşkerî li eniyên bajarokê belav bûn da ku derbasî bajarok bibin û mîna li deverên din rû daye dest bi xebatên lihevanînê bikin.

Hat gotin hemwextî qedexeya derketinê, hêzên hikumeta Şamê derbasî bajarok bûn û agir bi hinek malan xistin.

Her wiha kesên “lihevkirina çareseriyê” red kirin, ber bi herêmên din ve reviyan.

Back to top button