Dewleta Tirk bi deh hezaran darên Kurdistanê birîne

Dewleta Tirk di her alî de êrişî kurdan dike û bi her awayî xwezaya kurdistanê bi rengekî sîstematîk û bi pilankiriî talan dike.

Ji Efrînê bigre heta bakurê Kurdistanê û ji Bakur heta başûrê Kurdistanê bi sed hezaran dar hatine birîn û hilkşandin.

Ev hilkşandin û birîn ji aliyê dewleta Tirk bi destê Çete û Cerdevanan pêk tê..

Li ser sînorê Başûrê Kurdistanê yê Çiyayê Cûdî bi kontrola serek-cerdevan Hazim Babat di Hezîrana 2021’an de dest bi birîna daran hat kirin. Her roj 400 ton dar dihat birîn û dibirin Tabûra Leşkerî ya Bestayê.

li gorî agahiyan:

Li Cûdî bi giştî 30 traktor, bi qasî 70 kes di birîna daran de dixebitîn..

Van 30 traktoran rojê 4 bar dibirin û her carê 3,5 ton dar dihatin birîn..

Ev 4 salin bi vî awayî dar li vê herêmê tên birîn û li bajarê Dîlokê difiroşin kompaniyekê.

Li quntarên Çiyayê Çelênimêja ya Şirnexê jî agahî derbarê birîna daran di tebaxa 2021’an de hatin belavkirin.

Çiyayê Çelênimêja ku ji aliyekî ve tê şewitandin, ji aliyê din ve jî bi tonan dar bi çavderiya leşkeran tên birîn.

Darên ku li vê herêmê tên komkirin, bi kamyonan ji bo derveyî herêmê dihat birin.

Çavkaniyên herêmê ragihandin ku li vir bi tevlîbûna 50 cerdevanan di rojê de 150 ton dar dihatin birîn.

Li Efrînê jî bi dest pê kirina dagirkeriya dewleta Tirk re qutkirina daran û talakirina xwezayê dest pê kir.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ku raporek belav kir, û tê de ev amar diyar kirin.:

Ji Adara 2018an û heta 30 yê Tebaxa 2020an:

Li Bilbilê: 135 hezar darên zeytûnê û 90 hezar darên hiracî,

Li Raco: 110 hezar darên zeytûnê û 90 hezar darên hiracî,

Li Şera: 105 hezar darên zeytûnê û 120 hezar darên hiracî,.

Li Mabeta: 100 hezar darên zeytûnê û 150 hezar darên hiracî,

Li Cindirêsê: 75 hezar darên zeytûnê û 60 hezar darên hiracî,

Li Şiyê: 25 hezar darên zeytûnê û 55 hezar darên hiracî,

Û li gundên derdora Efrînê û navçeya Şêrewa: 80 hezar darên zeytûn, mêwe û 115 hezar darên hiracî hatine birîn.

Başûrê Kurdistanê û daristanê wê jî ji destê dewleta Tirk a qirker xilas nebûn..

Ev du sal in dewleta Tirk a dagirker li gel êrişên xwe yên dagirkeriyê, daristanên Başûrê Kurdistanê talan dike..

Ajansa Rojnews’ê di Kanûna 2020’an de bi belge eşkere kir ku dewleta Tirk dibin navê çêkirina rêyan û avakirina baregehên leşkerî de daran dibire û derbasî Bakurê Kurdistanê dike û di firoşe.

Rojnews’ê eşkere kiribû ku tenê li devera Heftenînê di nava sala 2020’an de 814 donimdaristan hatiye talankirin û herî kêm 400 tir dar ji vê deverê hatiye derxistin.

Li gorî heman çavkaniyan, kompaniya Mencet ku daran bar dike, 400 kamyon dar birine bajarê Dîlokê û bi buhayê 400 milyon lîreyê Tirkiyê firotine û ji van pereyan 250 milyon lîre jî wergirtiye.

Parlementerê başûrê kurdistanê Elî Heme Salih di peyamek xwe ya li ser medyaya dijîtal de ragihand,

“Dewleta Tirk rojane nêzî 450 ton dar dibire û derbasî Bakurê Kurdistanê dike.”

Li gorî bîlançoya sala 2020’an a CPT’yê, ji sedî 77’ê rûberê daristanên başûr ji ber êrişên dewleta Tirk wêran bûne.

Back to top button