Moşeka balistîk a Koreya Bakur li nêzî Japona ket

Li nîvgirava Koreyê amdekarî û ceribandinek zêde ya moşekan heye.
Koreya Başûr çekên xwe çêdike, Koreya Bakur jî moşekên xwe diceribîne.

Japonya ragihand ku Koreya Bakur 2 moşek ceribandine ku ew jî li Deryaya Japonya ketine.
Ev ceribandin jî hemwextî, amadekariyên civîna şefên îstixbareta DYA, Japonya û Koreya Başûr ya li Seulê pêk hat.

Di hefteyên dawîn de, rêveberiya Pyongyang li ser alavên ku ew îdîa dike moşekên keşfê yên hîpersonîk û dûravêj û çekên dijî-firînê ne, rêze ceribandin pêk anî.

Hin ji van ceribandinan cezayên navneteweyî yên hişk jî binpê dikin.

Tevî çekên nukleerî, ceribandinên moşekên balîstîk ên Koreya Bakur jî ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) ve têne qedexe kirin.

Îro, Sererkaniya Hevbeş a Koreya Başûr got,

Moşek ji rojhilatê Koreya Bakur ji bendera Sinpo ya ku Pyongyang bi gelemperî wekî bingehek jêrzemînê bikar tîne, hat avêtin.

Japonya: 2 moşekên balîstîk hatine avêtin

Moşek li Deryaya Rojhilat ku jê re Deryaya Japon tê gotin ket.

Serokwezîrê Japonya Fumio Kishida ku ceribandin bi xemgînî binav kirî got, 2 moşekên balîstîk hatine avêtin.

Di demeke ku Koreya Başûr çekên xwe çêdike de, Koreya Bakur jî moşekên xwe diceribîne.

Ajansa nûçeyan a Koreya Başûr Yonhap ku agahiyên xwe spart çavkaniyeke hikumetê got,

ceribandina moşeka Pyongyang hemwextî dema ku serokên îstîxbaratê yên Koreya Başûr, Japonya û DYA ku wê bi mijara Koreya Bakur li Seulê bicivin pêk hatiye.

Li gorî pisporên du welatan dişopînin, ev rewş li nîvgirava Koreyê veguheriye pêşbirka çekan.

Seulê herî dawî moşekek binavê avê pêşanda û tê gotin pêşangeha parastinê ya vê hefteyê li Koreya Başûr were vekirin ya herî mezin a li welate.

Koreya Bakur û Başûr 68 salin di nava şer de ne

Koreya Bakur û Başûr ji hêla teknîkî ve hîn jî di şer de ne.

Ji ber ku şerê nîvgirava Koreyê li du welatan dabeş kir, di 1953’an de bi agirbestê bi dawî bû.

Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un hefteya borî gotibû ku ew naxwaze careke din şer li nîvgirava Koreyê çêbibe, lê divê welatê wî ji bo parastina xwe li hember dijminên xwe pêşxistina çekan bidomîne.

Back to top button