Li bakur û rojhilatê Sûriyê 355 kesên din bi Coronayê ketine û 13 kesan jî jiyana xwe ji dest dan.
Rojane hêjmara kesên ku bi vîrûsa Coronayê dikevin û jiyana xwe ji dest didin zêde dibin.
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku 355 kesên din bi vîrûsa Coronayê ketine û 13 jî mirine.
Dr. Ciwan Hemê: Pêla çaremîn zû belav dibe û zarok bêhtir pê dikevin
Bijîkê Heyva Sor a Kurd Ciwan Hemê anî ziman “Pêla çaremîn zû belav dibe û zarok bêhtir pê dikevin.”
Dr. Hemê da zanîn ji ber rewşa aboriyê, qedexeya derketina derve zehmet e, lewma şêwazê herî baş ê xweparastinê, bikaranîna devpoşk û pêkanîna hişyariyên berî niha hatin kirine.