Mîthat Sancar: Desthilata AKP-MHP’ê xwe bi şer xwedî dike

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan HDP Mîthat Sancar di civîna koma partiya xwe de ya li Meclîsê axivî.
Mîthat Sancar di axaftinên xwe de bal kişand ser gefên êrişan yên Erdogan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Sancar diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê-MHP’ê xwe ji şer xwedî dike.
Her wiha di civîna HDP’ê de hunermendên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê jî amade bûn ku çalakiyên wan ên salvegera 30’yî hatibûn qedexekirin û li Meclisê stranên Kurdî gotin.

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê îro civîna koma partiya xwe ya Meclisê lidarxist.

Hevserokê Giştî yê HDP Mîthat Sancar di civînê de axivî.

Mîthat Sancar di axaftinên xwe de bal kişand ser gefên Erdogan yên êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Sancar anî ziman ku desthilatdariya heyî timî razemeniyê li ser şer dike, xwe ji şer xwedî dike û got:

“Desthilatdariya AKP’ê pergala xwe, tifaqên xwe li ser polîtîkayên şer ava kiriye. Di bingeha polîtîkayên şer de jî dijminatiya li Kurdan heye.”

Sancar anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê-MHP’ê li pêşberî krîz û xizaniya giran, xwe li polîtîkayên şer û dijminkirinê digire û gihîştine asta dawî.

Hunermendan li meclisê stranên Kurdî gotin

Sancar di axaftina xwe de bal kişand ser qedexekirina konsera salvegera 30’yemîn a damezrandina Navenda Çanda Mezopotamyayê û nerazîbûn nişanda.

Sancar diyar kir ku yek ji damezrînerên Navenda Çanda Mezopotamya Apê Musa bû, her wiha NÇM saziyeke ku ji bo vejandina deng û rengên Mezopotamya û Anatoliyê li vê erdnîgariyê di hemû warên hunerê de hatiye avakirin û got;

“Qey ew dibêjin heke stran û klamên kurdî werin qedexekirin, dê hunermend bêdeng bimînin.

Tu qedexe nikare dengê stranan, kilaman kêm bike. Heke dengê wan li wir tê qedexekirin, vaye Kursiyê Meclîsê yê wan e.”

Sancar piştî axaftina xwe hunermendên NÇM’ê vexwend cem xwe.

Hunermend Devrîm Demîr, Engîn Cengîz, Kadîr Çat û Merwan Tan derketin ser kursiyê Meclîsê.

Devrîm Demîr strana xwe ya “Tu Kî Yî” ya çend roj berê hatibû qedexekirin stra.

Pişt re jî hunermenda strana “Ez berf im” bi hev re gotin.

Back to top button