TEV-DEM: LI DIJÎ DAGIRKERIYA DEWLETA TIRK TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê lêkirina dîwarê qutkirina Efrînê ji xaka Sûriyê, şermezar kir û got; Dagirkeriya Tirkiyê asta dagirkirinê derbas kiriye û gihîştiye qonaxa parçekirin, qirkirin û guhertina nasnameya Efrînê. TEV-DEM’ê banga geşkirina têkoşînê li hemberî dagirkeriya Tirk kir.

Dewleta Tirk a dagirker di navbera Efrîn û herêmên din ên Sûriyê de dîwar lê dike û dixwaze Efrînê tev li axa Tirkiyê bike. Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî lêkirina dîwar daxuyaniyeke nivîskî weşand.

TEV-DEM’ê diyar kir ku Tirkiye hewl dide kantona Efrînê ji Sûriyê qut bike û wiha got;

“Dewleta Tirk asta dagirkirinê derbas kiriye û gihîştiye merheleya qutkirin, qirkirin, guhertina demografîk a giştî û guhertina nasnameya Efrînê ya kurdî ya Sûriyê û vediguherîne beşek ji Tirkiyê.

Bi vê yekê hemû qanûnên navdewletî û peymanên navdewletî binpê dike.

Tirkiye bi lêkirina dîwaran hewl dide Efrînê tev li sînorê dewleta Tirk bike.

Dîwarê ku hêzên dagirkeriya Tirkiyê li derdora Efrîna Sûriyê rewa dike, yek ji hewldanên qutkirina Efrînê ji Sûriyê ye.

Lê Enqere parastina ewlehiya xwe dike hincet.

Divê Rûsya berpirsyariya xwe ya exlaqî û dîrokî ji encamên kiryarên Tirkiyê rabe.

TEV-DEM’ê ev bang li raya giştî ya kurdistanê kir;

Em bang li gelê xwe li her deverê; Bakur, Başûr, Rojavayê Kurdistanê dikin ku li dijî zêdegaviyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê û tevahî xaka Sûriyê têkoşînê mezin bikin.

Her wiha TEV-DEM’ê ev bang li hêzên navdewletî jî kir;

Em bang li hemû rêxistinên navdewletî, Konseya Ewlehiyê, Yekitiya Ereban, hemû hêzên demokrat û aştîxwaz dikin ku li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker li Efrîn, Idlib, Bab, Cerablus, Ezazê tev bigerin û fişarê lê bikin da ku ji xaka Sûriyê derkeve û rêzê ji îradeya gel re bigire.”

Leave a Reply

Back to top button