Ji bo radestkirina cenazeyên şehîdan çalakî 15 roj in didome lê PDK bersivê nade

Çalakiya dayîk û malbatên şehîdan ya li Deriyê Sêmalka a ji bo girtina cenazeyên zarokên xwe ku PDK’ê ew şehîdxistine dewam dike.
Îro jî bi sedan endamên Yekitiya Karkeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana konê çalakiyê kirin.

Endamên Yekitiya Karkeran li qada dergehê kombûn û li wir hevserokê Yekitiya Karkeran Şêro Mihemed Şêro axivî û got:

“Di demekê de ku tevgera Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di rewşeke hesas re derbas dibe. PDK’ê jî hevkariya dagirkeriya Tirk dike û xiyanetê li destkeftiyên gelê Kurd dike.”

Şêro israra PDK’ê ya li ser radestnekirina cenazeyên şehîdan şermezar kir.

Di dawiyê de Şêro Mihemed Şêro bang li hêzên kurdistanî kir zextê li PDK’ê bikin da ku dev ji siyasetên xwe yên li dijî tevgera azadiyê berde.

Back to top button