Li Atînayê, di navbera Misir û Qibris û Yûnanistanê de civîneke sêalî pêk hat

Îro li Atînayê, di navbera Misir û Qibris û Yûnanistanê de civîneke sêalî pêk hat. Di civînê de binpêkirinê Tirkiyê yên li rojhilatê deryaya Spî hatin şermezarkirin.

Dewleta Tirkî ji bo gaz û petrolê, li rojhilatê deryaya Spî di nava tevgerê de ye û qanûnên deryayî yên navnetewî binpê dike..

Li ser vê yekê, piştî civîna sêalî ya li Atînayê, Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis civîneke çapemeniyê li dar xist..

Mitsotakis diyar kir ku Yûnanistan, Misir û Qibris binpêkirinên dewleta Tirk ên li rojhilatê Derya Spî, şermezar dikin.

Mitsotakis got ku “Misir dikare li Deryaya Spî bibe çavkaniya enerjiyê.”

Serokwezîrê Yewnanistanê her wiha anî ziman ku Misir dikare ji bo dosyaya ewlehiya enerijiyê, li Ewropayê rolê bilîze..

Weke tê zanîn, ji Mijdara sala 2014’an ve ti civîn navbera van dewletan der barê enerijiyê de li dar neketibû.

Back to top button