Rêveberiya Xweser pêşnûmeya parastina milkan erê kir

Rêveberiya Xweser pêşnûmeya parastina zeviyên çandinî û fînansekirina wê erê kir.
Hevserokê Meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etê got, armanc ji vê qanûnê parastina zeviyên çandiniyê û milkên welatiyan e.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser derbarê mijarê de îro civînek lidarxist.

Di civînê de Hevserokê Meclisa Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferîd Etê diyar kir ku armanc ji van biryaran parastina zeviyên çandiniyê û milkên welatiyane.

Ferîd Etê anî ziman ku ev qanûn mafên tevahî welatiyan ên milk û kirê, her wiha mafên milkiyeta giştî ya Rêveberiya Xweser û saziyan diparêze.

Etê da zanîn ku ev qanûn zeviyan ji destdirêjiyên derve çi ji hêla welatî yan jî kesayetên din ên ne ji mafên wan destwerdanê, diparêze.

Hevserokê Meclisê di dawiyê de got: ”Çiqas dem di ser milkên giştî re derbas bûbe jî, nabe bi dozê werin wergirtin.

Milkên her kesî an jî saziyên Rêveberiya Xweser dê li gorî peymana bingehîn a Rêveberiya Xweser bê parastin.”

Back to top button