Îlham Ehmed ji Ronahî TV re axivî

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê naveroka hevdîtinên xwe li Rûsya û Amerîkayê ji televizyona me Ronahî TV re nirxand.
Bernameya Taybet wê îro li gorî dema Rojava saet li 21’an were weşandin.

Piştî hevdîtinên li Mosko û Waşîngtonê, şandeya Bakur û Rojhilatê Sûrî vegeriya herêmê.

Seroka Desteya Rêveber a MSD Îlham Ehmed encamên danûstandinên xwe ji televizyona me re eşkere kirin.

Îlham Ehmed bû mêvana bernameya taybet û bersiv dan pirsên hevkarê me Cîhad Roj..

Ji dosya Sûriyê bigrin, heta projeyên çareseriyê yên Rêveberiya Xweser.

Ji diyaloga navxweyî heta hebûna dagirkeriya Tirk li herêmê.

Rûsya di mijara navbênkariya hevdîtinên rêveberiya xweser û hukûmeta Şamê çi helwest nîşan da?

Êrişeke nû ya artêşa Tirk li dijî herêmê wê rê li ber encamên çawa veke.

Di vî warî de Waşîngton wê xwedî helwesteke çawa be?

Û gelek pirsên din ên bûn rojeva hevdîtinên Mosko û Waşîngtonê, bûn mijarên bernameya taybet.

Bername li gorî dema Rojava, îşev saet li 21’an e.

Back to top button