Ciwanên Tebqayê li dijî êrişên dewleta Tirk ya dagirker meşiyan û piştgirî dan çalakiya malbatên şehîdan ya li deriyê Sêmalka.
Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekîtiya Jinên Ciwan Tebqayê, bi tevîbûna bi dehan ciwanan bi meşeke meşaleyî êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat şermezar kirin.
Meşa ciwanan ji pêş Nivîsgeha Kombûna Jinên Zenûbiya destpê kir û li ber navenda çand û hunerê ya li nava bajêr rawestiya.
Li vê derê endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ebdulqadir El-Selecî daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Em êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê red dikin.
Em li kêlek malbatên şehîdan e ku li dergehê Sêmalka daxwaza cenazeyên zarokên xwe ji PDK’ dikin.
Em li hember planên mêtingeriyê di nava têkoşînê de bin.. Li dijî hêzên ku dixwazin êrişî xaka me bikin em ê di yek xendeqê de li kêlek hêzên gerîla û QSD’ê bisekinin.”