
Hêzên Asayîşê ya Minbic û Gundewarên wê diyar kir ku wan di demên dawî de gelek kesên ku madeyên hişbirê li herêmê belav dikirin, girtin.
Endamê Nivîsgeha Têkoşîna Sûca Rêxistinkirî ya Minbic û Gundewarên wê Azad Mihemed diyar kir ku wan di demên dawî de bi ser torên ku hişbiran difiroşin de girt û ew girtin.
Azad Mihemed ragihand ku piştî şopandinê hate piştrastkirin ku madeyên hişbir di rêyên qaçax di navbera herêmên Rêveberiya Xweser û aliyên dijber de têne derbas kirin.
Azad Mihemed destnîşan kir ku armanca derbaskirina madeyên hişbir û belavkirina li herêmên Rêveberiya Xweser ew e ku bandorê li nifşên nû bikin.
Endamê Nivîsgeha Têkoşîna Sûcên Rêxistinkirî Azad Mihemed di dawiyê de anî ziman ku heke hate dîtin kesên hişbiran dibin û difiroşin divê aliyên têkildar agahdar bikin.