Lavrov: Ger Talîban sozên xwe pêk neyne emê hikûmeta wî nasnekin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov da zanîn ku heger Talîban sozên xwe yên ku beriya bighêje desthilatê dane bi cih neyne, Moskova hikumeta wê bi fermî nas nake.

Sergey Lavrov beriya danûstandinên li Moskovê ku dê şandeya tevgera Talîbanê jî amade bibe daxuyaniyek da.

Lavro got: Heqer Talîban di avakirina hikûmeta nû de cih nede alî û enîkê cûda emê hikûmeta wî nas nekin.

Tê payîn ku îro li Moskovê civînek were lidarxistin û tê de şandeyên 10 dewletan di nav de tevgera Talîbanê amade bibin.

Ew civîn dê di çarçoveya civînên “Forma Moskovê” de were lidarxistin û dê rewşa welat, krîza mirovahî û avakirina hikumetekê ji tevahî etnîkan werin gotûbêjkirin.

Li gorî Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di civînê de wê rewşa leşkerî û siyasî ya li welat jî were nîqaşkirin.

Back to top button