Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Siwêd civîn pêk anîn

Nûnertiya Rêveberiya Xweser li Siwêd rêzecivîn bi berpirsên partî û rêxistinên Siwêd li dar xistin.

Di civînê de projeyên taybet ên jinan ku rêxistin li Bakur û Rojhilatê Sûrî destekê dide hatin nîqaşkirin.

Nûnertiyê civînek bi seroka rêxistina destekdayîna Kurdan li Siwêdê Anne Margaret re hate lidarxsitin.

Anne Margaret xwesteka di lidarxistina konferansekî giştî ji hemû rêxistinên siwêdî re eşkere kir da ku destekê bide jin û projeyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Berpirsên Rêveberiya Xweser beşdarî civînê bûn û tê payîn ku di destpêka meha Kanûnê de konferans were lidarxistin.

Back to top button