Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî herêmê dikin. Dagirkeran careke din gundên Til Temirê topbaran kirin.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dirdara yê dikeve bakurê navçeya Til Temirê û gundê Til Şinan ê Asuriyan bi obusan topbaran kirin.
2 roj in artêşa dagirker gundên navçeya Til Temirê, Til Şenan ê Asuriyan jî di nav de ku tije sivîl in topbaran dike.
Berî nîha jî ev gund hatibû topbarankirin, taybet goristan û dibistanên wê ji aliyê dagirkeran ve hatibûn armanckirin û ziyaneke mezin gihandibû derdorê.