Li Iraqê hejmarek ji gel li dijî encama hilbijartina parlementoyê derdikeve. dibêjin deng hatine dizîn û di asteke zêde de sextekarî çêbûye. Tevî van xwepêşandanan jî tê payîn ku Dadgeha Federal a Iraqê di nava 2 hefteyan de encama hilbijartinê bipejirîne.
Li paytex Bexdayê bi hezaran kes li Meydana Heseneyîn, li ber deriyê Herêma Kesk a Ewlekariyê, kom bûn.
Weke kevneşopiyeke Iraqî, li ser rêya xwepêşandanê alên Amerîka û Îsraîl li ser erdê hatin danîn û gel pê li wan kir.
Xwepêşander dibêjin di hilbijartinanan de dizî û sextekarî çêbûye û ew ê encamê qebûl nekin.
Di vê navberê de ji ber zêdebûna serlêdanan ji bo jimartina dengan a bi destan, tê kirin..
Li gorî vê tê gotin, Koma Sadr hê jî bi 73 kursiyan li pêş e.
Eger guhertinek pêk neyê tê payîn ku Dadgeha Federal encaman bipejirîne.