Faris Herbo: Encamên hilbijartinê û rastiya Iraqê li hev nayên

Faris Herbo; Berdevkê Komîteya Karên Derve yê Rêveberiya Xweser a Şengalê, der barê armanc û encamên hilbijartinên Iraqê de dibêje ” Hêzên navneteweyî plana hilbijartinê amade kirin û ne mimkûn e ku encamên derketî, li Iraqê were qebûl kirin.” 

Faris Herbo bal kişand ser rêjeya beşdariya hilbijartinê û got rêjeya ku hatiye eşkerekirin rastiyê rave nake û
yên plana vê hilbijartinê amade kirin, NY û hêzên navneteweyî bi xwe ne.

Faris Herbo destnîşan kir ku hêzên navneteweyî dixwestin di hilbijartinê de hin hêzan lawaz bikin û got ne mimkûn e ku encamên derketî, li Iraqê were qebûl kirin.

Faris Herbo: Rêbeveriya Xweser a Şengalê wê xurt bibe

Li ser propagandaya PDK’ê ya li dijî Rêveberiya Xweser a Şengalê jî, Faris Herbo bersiv da û got “Sîstema me ne lawaz bûye, ne jî têk çûye û dema pêş pergala me wê xurtir jî bibe.”

Faris Herbo dawiyê bang li hemû aliyan kir ku hesabên şaş nekin û ji bilî vîna gelê Şengalê nekevin nav hewldan û têkiliyên cûda.

Back to top button