Li nîva paytexta Şamê, erebeyeke leşkerî hat teqandin û di encamê de, 14 leşkerên hikumetê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Ajansa nûçeyan a Hikumeta Şamê SANA ragihand “Îro dema derbasbûna baseke leşkerî di ber pira bi navê El Reis a li nîva payetexta Şamê re, teqînekê rû da.”
Ajansê ragihand ev teqîn bi rêya du alavên teqemeniyê pêk hatiye û ya sêyem jî ku li heman cihî hatibû bicihkirin ji alliyê pispor ve hat bêbandorkirin.
Hat ragihand ku di encama vê teqînê de haeta niha 14 leşkerên hikumetê hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.