Hêzên hikûmeta Şamê bajarokê Erîha topbaran kir û 13 kes hatin kuştin-HAT NÛKIRIN

Di encama bombebaran Hêzên rêjimê de ya li dijî bajarokê Erîha yê Idlibê 13 kes hatin kuştin û 24 jî birîndar bûn.
Di encama teqîna depoyeke cebilxanê de li Hemayê 4 leşkerên rejimê mirin û 7 jî birîndar bûn.
Îro li Şamê di encama teqîneke di basekê de 14 leşkerên rejimê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Şer û aloziya li herêmên di bin kontrola hêzên hikûmeta Şamê û herêmên di bin kontola çeteyên dewleta Tirk de dewam dike.

Vê sibê hêzên hikûmeta Şamê bi mûşekan êrişî bajarokê Erîha yê başûrê Idlibê kirin.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye hejmara kuştiyan zêde bûn û gihaşt 13 kesan.

Her wiha 24 kes di nav de 3 zarok û jinek, birîndar bûn.

Depoya cebilxaneyê ya rêjîmê li Hemayê teqîya û 4 lekşer mirin

Hat ragihandin ku depoya cebilxaneyê ya hikûmeta Şamê li nêzî deriyê başûrê Hemayê li ser riya Humis-Hema, teqiya.

Di encamê de 4 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Di teqîna li Şamê de 14 leşkerên rêjîmê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn

Li gorî ajansa nûçeyan a Hikumeta Şamê SANA ragihand ku Îro dema baseke leşkerî di ber pira bi navê El Reîs a li nîva payetexta Şamê re derbas dibû, teqînek pêk hat.

Hat diyar kirin di encama vê teqînê de 14 leşkerên hikumetê hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Hat gotin ev teqîn bi du bombeyan pêk hatiye û ya sêyem jî ku li heman cihî hatibû bicihkirin ji aliyê kesên pispor ve hat bêbandorkirin.

Li ser buyerê, Wezîrê karê Hundirîn ê Hikumeta Şamê Mihemed El Rehmûn ragihand ew ê li pey sûcdarên vê teqînê bikevin û wan darizînin.

Back to top button