23 sal li ser Rêkeftina Edeneyê ku li dijî kurdan di navbera Tirkiye û Sûriye de pêk hat, derbas bûn

23 sal li ser Rêkeftina Edeneyê ku li dijî kurdan di navbera Tirkiye û Sûriye de pêk hat, derbas bûn. Li ser mijarê Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim diyar kir ku Rêkeftina Edeneyê ji bo Sûriyê belgeyeke teslîmiyetê ye û got: “Li Sûriyeya nû divê ev yek were betalkirin.”

Di 20’ê Cotmeha 1998’an de di navbera Tirkye û Sûriyê de li dijî Rêber Apo û tevgera Azadî û destkeftiyên gelê kurd peymanek bi navê “Rêkeftina Edeneyê” hat îmzekirin.

Ev rêkeftin bi navbenkariya Misirê di navbera serkêşê îstîxbarata Sûriyê Ednan Bedir Hesen û MÎT’ê de hat îmzekirin.

Li gor vê rêkeftinê her welatek bi agahdarkirina welatê din dema ku êriş û gefek li ser wan çêbû, dikarin 5 heta 10 km bikevin wî welatê û pişt re vekişin.

Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim têkildarî mijarê ji ANF’ê re axivî.

Muslim diyar kir ku ev lihevkirin pêşkêşî Meclisê yan jî Desteya Wezîran nehat kirin, lewma ji peymanekê zêdetir, tenê hin sozên li ser kaxizekê ne.

Muslim ji destpêkirina komployê heta derketina Rêber Apo ji Sûriyê bal kişand ser rastiya Sûriyeyê ku di bin zext û gefeke mezin de bû û got:

“Belgeyeke ku di nava wan şert û mercan de hatiye îmzekirin e, lê ne ji aliyê qanûnî ne jî ji aliyê navneteweyî ve derbasdar e.

Ne bi vîna Sûriyeyê ji aliyê xelk û hikumetê ve hatiye îmzekirin, ji ber wê ne derbasdar e û negihîştiye asta peymanekê ku li qada navneteweyî were qebûlkirin.”

Salih Muslim balkişand li ser binpêkirina Rêkeftinê ji aliyê Tirkiyê ve û got:

Tirkiye niha jî gelek herêmê dagir kirine. Ne 5 kîlometre ne jî 10 kîlometre. Bi rengekî mayinde demografiyê diguherîne.

Muslim destnîşan kir ku eger bi hikumeta Sûriyê re yan jî li Sûriyeyê aştiyek pêk were ew hêvîdarin ku karê destpêkê betalkirina vê rêkeftinê be.

23 sal li ser rêkeftina Edeneyê re de derbas bûn.

Bi dagirkeriya dewleta Tirk ji heremê re ev rêkeftin careke din dibe rojev ku bi rêya wê dixwaze dagirkeriya xwe li herêmê rewa bike.

Back to top button