LAVRENTIEV: ENQERE LI IDLIBÊ BI SER NEKET

Danustandina astana 12 bi dawî bû.
Nûnerê Rûsî yê taybet ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev ragihand ku gera 12’emîn a Astanayê bibin ketiye.
Serokê Rûsyayê Pûtîn diyar kir ku li Idlibê li dijî terorîstan operasyoneke berfireh pêkan e.
Her wiha Pûtîn got;
Li ser komîsyona destûrê lihevkirin zehmet e.

Danûstandinên bi navê Astana 12 ya ku li paytexta Kazaxistanê Nûr Sultan hat lidarxistin, vala derket.

Di kongreyek çapemeniyê de duh Nûnerê Rûsî yê taybet ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev diyar kir ku gera12. a Astanayê bê encam bi dawî bû.

Hat zanîn ku wê diplomatên dewletên beşdar, ango Rûsya, Tirkiye û Îran bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî re li Cinêvê bicivin.

Ev jî tê wê wateyê ku komîteya destûrî li Cinêvê pêkan e, ne li Astana yan Sotchî ye.

Her wiha Der barê komên çete de, Lavrentiev got:

Di tunekirina komên çete yên li Idlibê de, Enqere bi ser neket.

PÛTIN: LI IDLIBÊ LI DIJÎ TERORÎSTAN, OPERASYNEKE BERFIREH PÊKAN E

Îro jî Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Çînê di Foruma Hevkariya Navneteweyî ya 2’yemîn têkildarî şerê li Idlibê axivî û wiha got:

Li Idlibê ji bo şerê li dijî çeteyan operasyoneke berfireh pêkan e, lê dem ne guncaw e.

Têkildarî komîteya destûrî li Sûriyê Pûtin diyar kir ku der barê komîsyona destûrê de lihevkirin zehmet e.

https://ara.reuters.com/article/topNews/idARAKCN1S21FR

Leave a Reply

Back to top button