“Li Tirkiyê binpêkirina mafê mirovan û zextên li dijî muxalefetê zêde ne”

Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê rapora welatên namzet a sala 2021’ê eşkere kir. Di beşa Tirkiyê de ji bilî binpêkirina mafê mirovan, zextên li ser muxalefet û siyaseta demokratîk tiştekî din tine ye. Di mijara pirsgirêka Kurd de jî tê gotin ti niyeteke Tirkiyê ya çareseriya siyasî û demokratîk tine ye û ev jî xwestek û hewldanên Tirkiyê yên tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê zehmetir dike.

Komîsyona Yekîtiya Ewrûpayê têkildarî rewşa welatên berendam rapora xwe a sala 2021’ê eşkere kir.

Di beşa Tirkiyê de weke her carê dîsa îşaret bi pirsgirêkên demokrasî, mafê mirovan û mijara dadgeriyê hat kirin.

Komîsyon, destnîşan dike ku di mijara prensîbên Yekîtiya Ewrûpayê de Tirkiye siyaseteke dijber dimeşîne.

Rapor îşaret bi hewldanên provokatîk ên dewleta Tirk li Derya Spî dike.

Li gorî vê,

Yekîtiya Ewrûpa ji bo aramiya herêmê û parastina berjewendiyên welatên endam bi biryar e û Tirkiyê tê hişyarkirin ku ji hewldanên yek alî dûr bike.

Komîsyona Yekîtiya Ewrûpa radighîne ku dewleta Tirk ti bersivên erênî nedane bangên wan û wiha dewam dike:

Pirsgirêka Mafên mirovan û mijara dadgeriyê her ku diçe xerabtir dibe.

Serok-komar hemû hêz xistine bin kontrola xwe.

Zextên li ser partî û hêzên muxalefetê dewam dikin.

Êrişên li dijî duyemîn partriya mezin a muxalefetê HDP’ê jî weke mînaka vê yekê hat nîşandan.

Di bin navê şerê li dijî “terorê” de bi sedan şaredar û siyasetvanên hilbijartî hatine girtin.

Komîsyona Ewrûpayê li ser pirsa Kurd û şerê li herêmê jî vê nirxandinê dike:

Di rewşa heyî de ji bo pirsgirêk bi rêyên aştiyane û demokratîk were çareserkirin, ti niyet ne xuya ye.

Berovajî; binpêkirina mafan her ku diçe zêdetir dibe.

Di warên xebatên civaka sivîl de jî zext zêde bûne û azadiya ramanê jî tê astengkirin.

Tevî biryara Dadgeha Mafê Mirovan jî Hevserokê berê yê HDP’ê Selahettîn Demîrtaş û karsaz Osman Kavala nayên berdan.

Ev yek jî nîşan dide ku dadgeriya Tirk ne serbixwe ye û li gorî desthilatê tevdigere.

Ji ber van kirinên wê, Komîsyonê xwestekên wê yên tevlîbûna Yekîtiya Ewropayê dûr kir û piştrastt kir ku ev yek di dema niha de ne pêkan e.

Têkildarî siyaseta derve ya Tirkiyê jî di raporê de ev xal hatin bicihkirin:

Tevgerên leşkerî yên li Sûrî û Iraqê li dijî siyaseta parastinê ya Yekîtiya Ewrûpayê ne.

Çekdarên biyanî dişîne Lîbyayê û eşkere zirar da biryara ambargoya çekan a Neteweyên Yekbûyî.

Back to top button