HPG: Gerîlla li Zap’ê li hêzên artêşa Tirk da

Gerîllayên HPG’ê û YJA-STAR’ê li herêma Zapê bi çekên giran li çeperên artêşa Tirk dan..
Li aliyê din diyar bû ku operasyona artêşa Tirk a li Kato Marînos bê encam bidawî bûye.
Di vê navberê de hat eşkerekirin ku yek ji fermandarên gerîllayên jin Şîlan Goyî di êrişa balafirên Tirk de şehîd bûye.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî rewşa şer û çalakiyên gerîlla daxiyaniyek da.

Li gorî vê;

19’ê Cotmehê li Girê Xeregolê yê Zapê, hêzên gerîlla bi çekên giran li dagirkeran dane.

Di encama çalakiyê de hedefên ku hatine diyarkirin, derbên serkeftî li wan ketine.

Di navbera 18 û 20’ê Cotmehê de Qada Berxwedanê ya Werxelê bi bi teqemenî û çekên giran hate bombardimankirin.

18’ê Cotmehê derdora gundên Serarû û Deşîşê yên girêdayî Kanî Masî ji qereqolên ser sînor bi obûs û hawanan hatin topbarankirin.

19’ê Cotmehê qada Şehîd Rûstem a herêma Zapê bi çekên giran hatiye bombekirin.

Navenda Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku 12’ê Cotmehê artêşa Tirk li deverên Kato Marînos a Qada Botanê bi balafirên şer bombe kiriye.

Piştî êrişê li herêmê operasyon destpêkir.

Ev operasyona dagirkeriyê 14’ê Cotmehê beyî ku encam bidawî bû.

YJA-Star’ê: Ji fermandarên me Şîlan Goyî şehîd bû

Di vê navberê de Biryargeha Navendî ya YJA Starê eşkere kir ku yek ji fermandarên wan 8’ê Cotmehê di êrişa balafirên artêşa Tirk de şehîd bûye.

Li ser mijarê Biryarfegê ev agahî dan:

Roja 8’ê Cotmehê ji ber êrişa hewayî ya hovane ya dewleta dagirker hevrêya me Şîlan Goyî dema ji bo dermankirina û hevdîtina malbata xwe diçû Mexmûrê, şehîd bû.

Biryargehê di daxuyaniya xwe de li ser kesayet û têkoşîna Şîlan Goyî ev nirxandin kir:

Hevrê Şîlan Goyî yek ji van şehîdên wêrek ên xelkê Mexmûrê ye.

Ji roja tevlî têkoşînê bûye li qadên berxwedanê bû pêşeng.

Piştî keda mezin a li Botanê dayî, ji bo tevlî berxwedana rizgarkirina Kobanê bibe berê xwe da Rojavayê Kurdistanê.

Li Kobanê bi giranî birîndar bû û beriya ku saxlem bibe dîsa berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.

Herî dawî li Fermandariya Qada Garê cih girtiye.

Back to top button