4 sal di ser rizgarkirinê re derbas bûn..Jinên Reqayê dîroka bajar ji nû ve dinivîsin

Jin di rizgarkirina Reqayê de bi rol û wezîfeyeke mezin rabûn û piştî rizgarkirinê di ji nûve avakirina bajêr û birêxistinkirinê de ev rola xwe dewam kirin.
Îro piştî çar salan jin di hemû qadên jiyanê yên bajar de pêşengiyê dikin.

Jinên ku di rêveberiya bajêr de cih digirin dibêjein “Rizgarkirina bajarê Reqayê ji bo hemû jinên Sûrî serkeftineke mezine.

Çeteyên DAIŞ’ê bajar û hemû herêmên ku dagirkiribûn ji jinan re veguherandibûn girtîgeh û goristan.

Çeteyan derfetên jiyanê ji jinan re nehiştibûn û tenê wekî kole bi kar dianîn. Gelek jin û di sêrî de jinên Êzidî li bazarên Reqa kirîn û firotin.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD piştî şerê 134 rojan, di 17’ê Cotmeha 2017’an de bajar ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kir.

Piştî wê, êdî jiyana asayî hêdî hêdî li bajar vegeriya û jin ji bilî kincên reş bi rengên cûda li nava bajar digeriyan..

Her roj derbas dibûn, jinên Reqayê xwe ji wê hişmendiya ku divê jin di hundir de be rizgar kirin û di nava karên civakî û saziyan de dest bi xebatê kirin.

Her dem derbas bû, hêjmara jinan di nava saziyên rêveberiyê, partiyên siyasî û saziyên civakî de zêde bûn û rola xwe di avakirina Reqayê de girtin..

‘Bi saya neteweya demokratîk jinan çarçefa reş çirandin’

Cîgira Meclisa Reqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê Zelîxa Ebdî salvegera rizgarkirina Reqayê li malbatên şehîdan û zarokên wan, li kesên ku di rizgarkirina bajarê Reqayê de ked dane, pîroz kir û wiha got,

“Jinan bi saya projeya neteweya demokratîk çarçefa reş qetandin û di refên pêşîn ên rêxistinkirina civakê û parastina wê de cih girtin. ”

Zelîxa Ebdî li ser rola jinan di nava jinûveavakirina Reqayê de jî wiha got:

“Her kesî li jinan dinêrîn ku lawaz in û nikarin tiştekî bikin. Lê niha jinên Ereb, Kurd, Çerkes û Ermen ên Reqayê bi hev re di nava saziyan de dixebitin. Ji bo ku jin azadiya xwe bi dest bixe em rastî gelek astengiyan hatin, lê vê yekê bandor li me nekir.”

Jinan di hemû saziyan de cih girt û xebatên siyasî dimeşînin

Seroka Desteya Jinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro jî balê dikşîne ser jinan ku roleke pêşeng di deste, meclis û rêxistinan de çawa girtin û wiha dibêje:

“Rizgarkirina bajarê Reqayê berhemên şoreşa jinan e. Vê şoreşê li tevahî cîhanê deng veda û bandor li her kesî kir.”

Seroka Desteya Jinê Cîhan Xidro di dawiya axaftina xwe de vê yekê tîne ziman:

“Rizgarkirina bajarê Reqa ji bo hemû jinên Sûrî serkeftineke. Em bi hêvî ne ku herêmên dagirkirî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê werin rizgarkirin. Bi vê boneyê û ji bo pêşeroja me û pêşeroja gelê me, em ê yek dest bin.”

Back to top button