Murat Karayilan: Tişta dewleta Tirk ji bo sala 2021’an plan kiribû bidest nexist

Malpera Medya News a bi Ingilîzî weşanê dike, îro beşa yekemîn a hevpeyvîna taybet li gel Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan weşand.
Karayilan, êrişên dewleta Tirk yên li dijî Rojava û hewldana êrişeke dagirkeriyê ya nû, bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîlla û gelek mijarên di rojevê de nirxandin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan têkildarî mijarên di rojeva Kurdistan, rojhilata Navîn û cîhanê de, bersiv dan pirsên Malpera Medya Newsê.

Li ser êrişên dawî yên li dijî Kurdistanê, Karayilan ev nirxandin kir:

Di ser êrişên 23’ê Nîsanê re derdora 6 meh derbas bûn. Di vê pêvajoyê de şer giran bû û hê jî dewam dike.

Dewleta Tirk ji bo sala 2021’an planên taybet amade kiribûn. Niyeta wan tesfiyekirina hêzên me li Başûrê Kurdistanê bû.

Bi êrişên dawî re xwestin Komploya ku 9’ê Cotmeha sala 1998’an li dijî rêberê me Abdullah Ocalan pêş xistin, dubare bikin.

Di vê êrişê de hêzên hegemon yên mîna Amerîka, Îngilîstan û Almanya dîsa destek dan dewleta Tirk.

Artêşa Tirk bi teknîka şer a herî giran êriş dike. Bi taybet hêza hewayî. Rojane her deverê bombardiman dikin.

Li hemberî vê konseptê, gerîllayên me rêbazên nû bikar tînin. Dewleta Tirk li hemberî berxwerdana serdemê ya gerîlla şaş maye.

Hêza herî zêde li hemberî yekîtiya netewî dibe asteng PDK’ê ye

Li ser pirsa, gelo di vê pêvajoya girîng de dibe ku hêzên Kurd yekîtiya xwe pêk bînin, Karayilan ev bersiv da:

Dagirkerên Kurdistanê di her fersendê de tên gel hev û di mijara şerê li dijî Kurdan dibin yek.

Lê mixabin, hêzên Kurd li çar aliyên Kurdistanê kom nabin. Siyaseteke hevbeş pêş naxin.

Di vî warî de helwesta ku herî zêde li hemberî yekîtiyê dibe asteng a PDK’ê ye.

PDK’ê niha bûye beşek ji konsepta tinekirinê ya dewleta Tirk.

Qadên gerîlla dorpêç dikin û ambargo datînin ser.

PDK’ê li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk ti deng dernaxe. Yê axa me dagir dike dewleta Tirk e, yê gelê me dikuje jî ew e, lê PDKê radibe û her gavê PKK’ê tawanbar dike.

Ji ber Tirkiyê endamê NATO ye, bikaranîna çekên kîmyewî ji bo wê rewa dibînin

Têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirk ve jî Murat Karayilan wiha axivî:

Ti guman tine ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bikar tîne. Di vî warî de belge jî hene.

Mixabin hêzên navneteweyî yên pêwendîdar di vî warî de xemsar in. Tevî ewqas bangan jî xwe li bê dengiyê danîne.

Sedema vê yekê jî endametiya Tirkiyê ya NATO ye.

Eger devereke din buya wê cîhan rabibûna ser piyan. Lê ji ber aliyê ku van çekan bikar tîne endamê NATO yê, cîhan bê deng e.

Hêzên navneteweyî dikarin werin herêmê û lêkolînan bikin. Hê di tûnelên şer de cenazeyên hevalên me ên ji ber çekên kîmyewî şehîd bûne li wir in. Dikarin biçin û li ser wan cenazeyan lêkolînê bikin.

Eger aliyên pêwendîdar bi erka xwe rabin wê encamê bidest bixin. Lê nakin. Di êrişa Garê de jî me bang kir û niha jî em heman bangê dubare dikin.

Amerîka û NATO li Efxanistanê têk çûn lewma vekişiyan

Li ser vekişîna Amerîka ji Efxanistanê û îdîayên ku wê heman biryarê ji bo Sûrî û Iraqê jî bide, Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan got;

Di serî de Amerîka, hêzên cîhanê ji bo berjewendiyên xwe siyaseteke nû pêş dixin.

Ev guhertinên têne kirin nayê wateya ku wê ev hêz destê xwe ji cîhanê bikşînin.

Rewşa Efxanistanê cûdaye. Amerîka û NATO li wir têk çûn û ji ber vê yekê neçar man vekişin.

Eger îro Amerîka bixwaze dikare ji Iraq û Sûrî vekişe. Li vir ti pirsgirêk tine ye. A girîng ew e ku civak xwe birêxistin bikin û îradeya xwe bispêrin hêzên xwe.

Civaka bi hêza xwe bawer be, serkeftin dibe para wê.

Back to top button