Wezîrên NATO wê ji bo mijarên Rûsya, Çîn û Efxanistan bicivin

Wezîrên Parastinê yên NATO wê bi mijara, Efxanistan, Rûsya, Çîn û têkliyên NATO-YE bicivin.

Civîna wezîran wê 21’ê Cotmehê piştî nîvro despê bike.

Ev yekem civîna wezîran a piştî vekişîna NATO ya ji Efxanistanê ye ku wê were lidarxistin.

Ev yek jî dibe sedema ku bibe xwedî girîngî.

Di civînê de tê payîn ku, mijarên piştî vekişîna ji Efxanistan û têkoşîna li dijî terorê were nirxandin.

Beriya demekê NATO bi bahaneya ku karên sîxûrtiyê dikin belgeya baweriyê a 8 nûnerên Rûs betal kiribû.

Wezareta Karê Derve a Rûsyayê ragihand ku wan nûnertiya xwe a li nava NATO’yê rawestandiye.

Sedema vê yekê jî weke tewanbariya sîxûrtiyê ya li hemberî 8 nûnerên Rûs hate destnîşankirin.

Çîn ya ku di Civîna NATO ya Hezîranê de yek ji mijarên sereke bû, tê payîn ku careke din li ser maseya wezîran be.

Her wiha di roja duyemîn de, tê payîn ku Berpirsê Polîtîkayên Parastin û Karên Derve yê YE Josep Borrell jî beşdarî civînê bibe.

Diwê beşa civînê de, wê nakokiyên navbera NATO-YE werin nîqaşkirin.

Back to top button