Serokdewletê Ukrayna û Wezîrê Parastinê yê DYA civiyan

Di demekê ku li sîrnorê Ukrayna alozî heyî de, Waşîngtonê piştevaniya xwe nîşan da.
Serokdewletê Ukrayna Vladimir Zelensky bi Wezîrê Parastinê yê DYA Lloyd Austin re civiya.

Di civînê de, hevkariya siyasî û stratejîk a di navbera Ukrayna û DYA û helwestên êrîşkar ên Rûsyayê yên li herêmê hatin gotûbêjkirin.

Piştî hevdîtina Zelensky bi Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Andrey Taran re, Austin li ser hesabê xwe yê medya civakî keyfxweşiya xwe ya ji hevîdtinan anî ziman.

Ji bo siyaseta xwe ya ji derve serbixe, em bi hevlbendên xwe re amadene ku piştevaniya Ukrayna.

Zelensky jî li ser hesabê xwe yê medya civakî spasiya rêveberiy Serokê DYA Joe Biden kir.

Li aliyê din, piştî hevdîtina xwe ya dualî ya bi Wezîrê Parastinê Taran re, Austin diyar kir ku Rûsyayê li rojhilatê Ukraynayê dest bi şer kir û êrîşa Kirimê şermezar kir.

Wezîrê Parastinê yê DYA diyar kir ku ew ê piştgiriya Kîevê bidomînin.

Back to top button