Şandeya Talîban ji bo konferansê li Moskowa ye

Efxanistan û tevliheviya li welat di rojeva welatên cîran û herêmê de ye.
Li paytexta Rûsya Moskowa bi armanca nîqaşkirina rewşa li Efxanistanê konferansek tê lidarxistin.
Şandeya Talîbanê jî ji bo berşdarî konferansê bibe, li Moskowa ye.

Paytexta Rusya Moskova, îro mazûvaniya konferansa li ser Efxanistanê dike.

Şandeya Talîbanê ji bo hevdîtinên li ser Efxanistanê li Moskowa ye.

Şandeya ku gihîşt Balafirgeha Domodedovo ya Moskowayê, piştre berê xwe da Otelê Serokatiya welat.

Şande di bin tevdîrên ewlehiyê yên berfireh de gihîşt otelê.

Civîn bi beşdariya nûnerên 10 welatan despê kir.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov bang li Talîbanê kir ku xaka Efxanistanê li dijî welatên Asya Navîn bikar ne êne.

Tê payîn piştî civînê daxuyaniyeke hevbeş ji aliyê welatên beşdar ve were dayîn.

Yekemîn lûtkeya Moskowê ya li ser Efxanistanê 14’ê Nîsana 2017’an bi beşdariya nûnerên 11 welatan pêk hat.

Ev welat jî;

Rûsya, Efxanistan, Hindistan, Îran, Kazakîstan, Kirgizîstan, Çîn, Pakistan, Tacikistan, Turkmenistan û Ozbekistan bûn.

Back to top button