Yemen..Di êrişa Hûsiyan li ser herêma Maribê de 15 birîndar bûn

Li derdora bajarê Maribê şer gur bûye.
Hûsiyan herêmên bakurê bajarê Meirêb bi moşeka balîstî kirin armanc.
Di encamê de 15 kes birîndar bûn.

Li gorî malpera El-Erebiyê, Hûsiyan îro herêmeke nêzî bargeha Sehin a bakurê Marîb bi moşeka balîstî kir armanc.

Di encamê de 15 kes birîndar bû.

Ji aliyekî din ve jî, Koalisyona Erebî li Yemenê ragihand ku sîstema parastinê ya Siûdî moşeka balîstîk ku Hûsiyan ber bi bajarê Cazan avêtine, bêbandor kiriye.

Beriya 2 rojan artêşa Yemenê ragihand ku li aliyê başûrê Marîb şer dîsa dest pê kiriye.

Herêma Marîb ji ber ku kelha dawî ya di destê hêzên hikumetê de ye, xwedî girîngî ye.

Herêm di warê sotemeniya dîzel û gaza petrolê ya li welat herî zêde tê bikaranîn de dewlemende.

Tevî agirbesta hêzên navneteweyî jî bi mehan e şer didome.

Piştî sala 2014’an paytexta welat Sana kete destê Hûsiyan û vir ve şereke dijwar destpê kir.

Li aliyekê hêzên hikûmetê ku Erebistana Siûdî piştevanî dike, li aliyê din jî Hûsî hene.

Back to top button