Ji ber moşeka Koreya Bakur, Konseya Ewlekariyê ya NY bi lezgînî dicive

Ji Seûl, Tokyo û Waşîngton bertekên li dijî ceribandina moşekan ji aliyê Pyongyangê ve zêde dibe.
Koreya Bakur li ceribandina moşekek nû mikur hat.

Piştî vê yekê Konseya Ewlekariyê ya NY bi rewşake awerte dicive.
DYA jî careke din ev yek şermezar kir û bang li Koreya Bakurî kir ku dawî li provakasyonên xwe bêne.

Rêveberiya Japonya û Koreya Başûr ragihandibûn ku Koreya Bakur 2 moşek ceribandine.

Piştî bêdengiyekê, Koreya Bakur ragihand ku wan moşekek balistîk ji bin deryayê ceribandiye.

Bi vê yekê re îdiayên ji aliyê Koreya Başûr û Japonyave hatin kirin, piştrast bûn.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Koreya Bakur, KCNA, moşek ji bin noqîvaneke ku 2016’an careke din ceribandin pêk anîbû hatiye avêtin.

Piştî vê daxuyaniyê, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku wê îro, bi rojeva Koreya Bakur civîneke awarte li dar bixe.

Koreya Başûr û Japonya doh, ragihand ku Koreya Bakur bi kêmanî yek moşeka balîstîk avêtiye peravên Japonyayê.

Di hefteyên dawîn de, rêveberiya Pyongyang li ser alavên ku ew îdîa dike moşekên keşfê yên hîpersonîk û dûravêj û çekên dijî-firînê ne, rêze ceribandin pêk anî.

Hin ji van ceribandinan cezayên navneteweyî yên hişk binpê dikin.

Tevî çekên nukleerî, ceribandinên moşekên balîstîk ên Koreya Bakur jî ji hêla NY ve hatiye qedexe kirin.

Çapemeniya Koreya Başûr jî ragihand ku moşeka hatî avêtin tê texmînkirin ku 60 kîlometreyan bilind bûye û navberekî nêzî 450 kîlometre jî dur çûye.

Dema ku Koreya Başûr çekên xwe çêdike, Koreya Bakur jî ceribandinên xwe yên moşekan didomîne.

Li gorî pisporên ku herdu welatan dişopînin, ev rewş li nîvgirava Koreyê veguheriye pêşbirka çekan.

Koşka Spî: Dawî li povakasyonên xwe bênin

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki, di civîna xwe ya çapameniyê ya rojane de, du ceribandinên moşeka balîstîk ku duh ji hêla Koreya Bakur ve hatî avêtin nirxand.

Psaki ceribandina moşekan ji aliyê Piyongyangê ve şermezar kir û got,

Dawî li provakasyonên xwe bênin.

Kim Jong-Un: ji bo parastinê pêwiste çekên nû biafirînin

Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un hefteya borî gotibû ku ew naxwaze careke din şer li nîvgirava Koreyê çêbibe, lê divê welatê wî ji bo parastina xwe li hember dijminên xwe pêşxistina çekan bidomîne.

Li aliyekî din ceribandina moşeka Pyongyang hemwextî dema ku serokên îstîxbaratê yên Koreya Başûr, Japonya û DYA ku wê bi mijara Koreya Bakur li Seulê wê bicivin pêk hat.

Back to top button