QSD: Rizgarkirina Reqayê ji bo pêşeroja herêmê pêngaveke dîrokî bû

Li ser rizgarkirina bajarê Reqayê ji bi bin dagirkeriya çeteyaên DAIŞ’ê re 4 sal derbas bûn.
Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi vê bonyê daxuyaniyek da.

QSD’ê got, “Rizgarkirina Reqayê ji bo pêşeroja gelên herêmê pêngaveke girîng û dîrokî bû.”
QSD’ê soz da ku ewê têkoşîna li dijî komên çete û terorê dewam bikin û gelên herêmê ji hemû êrişan biparêzin.

Bi boneya Salvegra 4. a rizgarkirina bajarê Reqayê ji bi bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê daxuyaniyek weşand.

QSD’ê da zanîn rizgarkirina Reqayê mînaka operasyoneke wêrekîyê û mezin a wan bû û armanc ji vê operasyonê rizgariya gelê herêmê û cîhanê ji teror û zilma DAIŞ’ê bû.

QSD’ê wiha got,

“Şervanên QSD’ê isbat kir ew li gorî baweriya pêkhateyên Bakur û Rojhilaê Sûriyê ne û ji bo misogerkirina jiyaneke bi ewele ji bo gelên herêmê ew bi erka xwe radibin.”

Di daxuyaniya de hate gotin ku biryara têkbirina DAIŞ’ê li Reqayê, ji bo diyarkirina çarenûsa giştî herêmê gaveke pir girîng bû.

QSD’ê wiha dawam kir, “Ji ber DAIŞ’ê di wê qonaxê de êrişên xwe yên terorîst berfireh dikir û xeteriyeke mezin li ser herêmê çêdikir. Ji ber wê pêngava rizgarkirina Reqayê zemîneke guncav bû ji bo danîna planên têkbirina DAIŞ’ê li ser asta navneteweyî û têkbirina wê.”

QSD’ê berxwedana xelkê Reqayê û dilsoziya wan ya bi bajarê wan re silav kir û soza da e wê ewlehî û aramiya herêmê biparêze.

QSD: Em ê têkoşîna li dijî terorê bidomînin û gelên herêmê ji hemû êrişan biparêzin

QSD`ê bal kişand ser hevkariya QSD û hemû hêzên ku şerê li dijî DAIŞ`ê dikin û di serî de Koalîsyona Navneteweyî û anî ziman ku ew hêvî dikin piştgirî hê zêde bibe.

QSD’Ê di dawiya de got, ew ji hêza xwe bawer in ku dikarin DAIŞ’ê ji kokê rakin û çeteyên wê dadgeh bikin, her wiha soz parastina xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dubare kir û got:

Bi saya fedekariya şervanên me û piştgirya gelê me, em gihane qonaxeke pêşketî ku em dikarin hemû astengiyan derbas bikin.

Back to top button